KURTCE YAZDIGIM SIIR

10-07-2013 15:53
HELBEST LI SER RESÛLULLAH s.a.v
Ev şevekî pir zelal bû navê Ahmed lê peyda bû,
Ayet nezil bû li Medîneyê ew Muhammed Mistefa bû,
Meleka tev selaw didan ji bo navê Resulullah,
Werin em tev bi hev ra bêjin; laîllahe ilallah,
 
Hela rabin ji vê xewê ew xewa wekî mirinê,
Tev bi hev ra tobe bikin ji bo Xaliqê Alemê,
Her çûye di riya wî da sebir dikin ji bo Xewda,
Werin tev selewat bînin ji bo navê Resulullah,
 
Zimin ketî erş û àlà selav dida Resûlullah,
Werin gişt bi hev ra bêjin; lailahe îllallah,
Ew Xaliqê àlemê ye hîdayet bi emrê wî ye,
Mizgîn şandî wî ji me ra ji bo kesên di rêya wî da
 
Ew Xewedayê Rebê jorîn emir dabû ruhul emin,
Hanîbû ji me ra mizgin digot hemû qanûnên din,
Ew qanûnên bi edalet tev kir bedena Mûhammed,
Go ev Resûlê Xewdê ji bo alemê kir rehmet,
YAZAN Yusuf YILDIZ